Wezîr Akar bernameya eskeriya biberdêl eşkere kir

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got ku heta niha sê celbên ewil ên eskeriya biberdêl hatin kirin û bernameya eskeriya bi berdêl eşkere kir

Wezîr Akar bernameya eskeriya biberdêl eşkere kir

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got ku heta niha sê celbên ewil ên eskeriya biberdêl hatin kirin û wiha pê da çû: "Ji bilî yên kirine perwerdekirina ciwanên me yên di çarçoveya eskeriya biberdêl da serî lê dane wê di navbera 24ê Mijdara 2018an û 7ê Sibata 2020î da bi tevahî di 37 celban da bê kirin."

Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di mijara eskeriya biberdêl da xebat li ber qedandinê ne.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar destnîşan kir ku di heyama du celban da 54 hezar û 36 stûbarî perwerdehiya bingehîn a eskeriya biberdêl qedand û di heyama celba sêyemîn da jî sibê 13 hezar û 555 kes wê merheleya perwerdehiya bingehîn temam bikin û terxîs bibin.

Akar axaftina xwe wiha domand: "Lê ji bilî van kesên perwerdehiya bingehîn dîtin wê perwerdekirina ciwanên me yên di çarçoveya eskeriya biberdêl da serî lê dane jî wê di navbera 24ê Mijdara 2018an û 7ê Sibata 2020î da bi tevahî di 37 celban da bê kirin. Heta niha muemeleyên 634 hezar û 415 ciwanên serî li me dane, hatin temakirin. Hefteya were em ê ji raya giştî ra eşkere bikin ku wê ciwanên me çi çaxê, li kîjan bajarî û li kîjan yekîneyê perwerdeya bingehîn bibînin."

Wezîr Akar der heqê qezaya li Baregeha Girê Sungu yê Hekariyê da jî got: "Lêpirsîna teknîkî û îdarî ya Hêzên Bejayê û Sererkaniyê li ber temambûnê ye. Wexta rapor hat em ê ji raya giştî ra eşkere bikin."

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE