Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî û fermandarên Hêzên Artêşa Tirkiyeyê hatin Navenda Herekatê ya li ser xeta sînor ku Herekata Pencik Qertel-2yê ya dijî hedefên terorê tê meşandin lê tê sewq û îdarekirin.
Akar bi Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan, Orgeneral Umît Dundarê Fermandarê Hêzên Bejayê, Oramîral Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê û Orgeneral Hasan Kuçukakyuzê Fermandarê Hêzên Hewayê ra hat Şırnakê.
Walî Alî Hamza Pehlîvan, Orgeneral Metîn Gurakê Fermandarê Artêşa 2yan û rayedarên din li Balafirgeha Şerafettîn Elçî pêşwaziya Akar û heyeta pê ra kirin.
Akar û fermandaran li vê derê kontrolên xwe kirin paşê derbasî Navenda Herekatê ya li ser xeta sînor ku Herekata Pencik Qertel-2yê ya dijî hedefên terorê tê meşandin lê tê sewq û îdarekirin bûn.
Akar û fermandarên pê ra li vê derê lêkolîn û kontrolên xwe didomînin.AA