Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji ser têlefonê bi Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parlyê ra axivî û di mijarên hevkariya parastinê da fikr û ramanên xwe ji hev ra gotin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî Wezîr Akar bi hevpîşeyê xwe ya Fransayî ra ji ser têlefonê axivî.
Akar û Parly di hevdîtinê da li ser mijarên wek hevkariya di qada parastinê da sekinîn û agahî dan hev.
Di hevdîtinê da Wezîr Akar ji bo Katedrala Notre Dame ya agir pê ketibû jî xemgîniya xwe anî ziman.AA