Wezîr Akar bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper ra axivî

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ra bi telefonê axivî.

Wezîr Akar bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Esper ra axivî

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ra bi telefonê axivî.

Di daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn da hat destnîşankirin ku Wezîr Akar bi axaftina ku îro bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ra kir da hat destnîşankirin armanc ew e ku xebata ji bo tesîskirina Herêma Ewle ya ku Tirkiye û Amerîkayê di 17ê cotmeha 2019an da li ser mitabaqat kir di çarçoveya rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê da bi ser bikeve.

Di axaftinê da hat gotin ku li bendê ne ku Amerîka teahudên xwe bi cî bîne, di mijara têkoşîna dijî DEAŞê da biryardarî didome û hat ragihandin wekî ku di mitabeqatê da hat diyarkirin di nav 120 saetî da ji Herêma Ewle paşvekişîna PKK/YPGyê, berhevkirina çekên giran, îmhekirina tehkîmatê  ji nêz va tê şopandin.

Herwiha heke dijî Artêşa Tirkiyeyê tacîzek, tevgereke dijminane an jî helwestek çêbe dê mafê xweparastina meşrû bê bikaranîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 09:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE