Bi serokatiya Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û beşdariya Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Bejahî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêza Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz, Fermandarê Hêza Behrê Oramîral Adnan Ozbal û alîkarên wezîr va civîna vîdeokonferansê ya heftane hat kirin.
Wezîr Akar diyar kir ku Operasyona Pencik-Pilingê weke ku hatiye plankirin, dimeşe, komando bi herekata hicûma esmanî va çûn herêmên plankirî û xebatên kontrolkirina herêman didome.
Akar wiha dewam kir:
"Komandoyên me herêmê qul bi qul kontrol dikin, dikevin hemû kunên terorîstan, kun, sitargeh û parêzgehên wan bi ser wan da tên hilweşandin. Heta niha serkeftinên girîng hatin bidestxistin, 41 terorîst hatin berterefkirin, di sitargeh û parêzgehên terorîstan da gelek sîlah, kel û mel, muhîmat, alavên elektronîk û alavên jiyanê hatin bidestxistin."
AA