Wezîr Akar: "Divê her kes hovîtî û bêbextiya PKKyê bibîne"

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "Divê her kes hovîtî û bêbextiya PKKyê bibîne"

Wezîr Akar: "Divê her kes hovîtî û bêbextiya PKKyê bibîne"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, "Divê her kes hovîtî û bêbextiya PKKyê ya li Garayê bibîne. Lê hin bêhay û bêbextên li derva û di nav me da hê jî naxwazin vê rastiyê bibînin."

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz hatin Kayseriyê û beşdarî Merasima Belavkirina Tabletan bû.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir divê her kes hovîtî û bêbextiya PKKyê ya li Garayê bibîne û got ku lê hin bêhay û bêbextên li derva û di nav me da hê jî naxwazin vê rastiyê bibînin.

Akarê destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê behsa 'mafên mirovan' dike wiha pê da çû, "Wê mafê jiyanê yê welatiyên me yên mesûm ku li Garayê hatin şehîdkirin çawa be? Divê hewariyên demokrasiyê êdî dev ji durûtiyê berdin."

Hulusî Akar der barê tacîza F-16ên Yewnanistanê ya dijî keştiya TCG Çeşmeyê da wiha axivî, "Cewaba hewce dikir hat dayîn. Em careke din dibêjin ku helwesteke wiha bi pêwendiyên cînartiyê yên baş ra li hev nake."

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar destnîşan kir pergala parastinê ya S-400î gava gef û talûke çêbe tê emilandin û heger niyeta êrîşeke dijî Tirkiyeyê tunebe zirara vê jî ji tu kesî ra tuneye û wiha got, "Di serî da F-35 di ser meseleya S-400î da hin sînordarkirinên li ser welatê me tên sepandin bi helwesta mutefîqiyê ra li hev nakin."

Akarê diyar kir têkoşîna wan ya dijî FETOyê bi biryardarî didome got ku ji 15ê Tîrmehê vir va ji Hêzên Artêşa Tirkiyeyê 21 hezar û 194 kes hatine îxrackirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE