Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêza Bejahiyê Orgeneral Umît Dundar ra li ser xeta sînorê Iraqê yekîneyan ziyaret û kontrol dike.
Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Sînan Yayla û rayedarên din Akar û Fermandarên pê ra li Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya li Şirnexê pêşwazî kirin.
Wezîr Akar û Sererkan Guler û Fermandarê Hêzên Bejahiyê Dundar li vê derê firokeyan siwar bûn çûn ser xeta sînorê Iraqê ku yekîneyên ser sînor ziyaret û kontrol bikin.
Wezîr Akar û fermandar di çarçoveya tedqîqên xwe da hatin baregeheke herêma ser sînor û li wê derê agahî hildan û telîmat dan.
Wezîr Akar li vê derê alaya Tirkiyeyê ji fermandarê yekîneyê ra diyarî kir, fermandar jî ala maç kir û teslîm hilda.
Tedqîq û kontrolên Wezîr Akar û fermandaran li herêmê didomin.AA