Wezîr Akar û fermandarên artêşê li sînorê Sûriyeyê ne

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Par di 147 operasyonên berfireh ên ku hatibûn kirin de 2 hezar û 398 terorîst hatin berterefkirin"

Wezîr Akar û fermandarên artêşê li sînorê Sûriyeyê ne

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Par di 147 operasyonên berfireh ên ku hatibûn kirin de 2 hezar û 398 terorîst hatin berterefkirin."

Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û qedemeya fermandariya TSKyê li Tirbeya Silêman Şah û Fermandariya Hêzên Wezîfeya Taybet a Hevpar lêkolîn kirin.

Wezîr Akar li vê derê daxuyanî da û wiha got: "Hêzên me yên hewayê li 922 hedefên wekî sitargeh, cebilxane, baregeh û şikeftên terorîstan xistin. Par di 147 operasyonên berfireh ên ku hatibûn kirin de 2 hezar û 398 terorîst hatin berterefkirin. Di têkoşîna dijî DEAŞê da TSKyê berpirsyariyek, wezîfeyek hilda ser xwe. Em ê vê di pêşerojê da bi çalak bi cî bînin."

Akar û fermanderên ligel wî piştî lêkolîna li herêma Tirbeya Silêman Şah û Fermandariya Hêzên Wezîfeya Taybet a Hevpar eskerên ku li mewziyan nobed digirtin ziyaret kirin û bêhnekê bi wan re sohbet kir.

Wezîr Akar piştî ziyaretê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re li ser têlefonê axivî. Li gor agahiyên hatin hildan Serokomar Erdogan ji Wezîr Akar re wiha got:

"We li Cerablusê û li Efrînê dîrokek nivîsî. Ji vir şûnda jî bi biryariya me ev pevajo înşellah wê bi heman şiklî bidome. Gelek spekulasyon tên kirin. Li ser van nefikirin. Em ê bêtewîz di rêya xwe da bimeşin. Em merivên bi bawer in, ji ber vê em hemberî yên din de di asteke bilindirtir da ne. Ez bawer im hûnê bi ser kevin. Ez we pîroz dikim."

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE