Operasyona Pençe Kilîtê ya li dijî rêxistina terorê dest pê kiribû dewam dike û hat hînbûn ku piştî şehîdkirina 3 eskerên ji alî terorîstan va Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, tevlî wî jî Serokê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukyilmaz ber bi xeta sînor va çûn.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di operasyona Pençe Kilîtê da 3 esker şehîd ketin û 4 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên wezaretê hat hildan digel hewaya nexweş û şert û mercên neyînî li herêmê operasyonên dest pê kirine ji hewa û bejayê va dewam dike.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û pê ra jî Serokê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukyilmaz ber bi xeta sînor va çûn.AA