Wezîr Akar: Ferqa YPGyê ji PKKyê tuneye

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Em dixwazin dijî YPGya ku ferqa wê ji PKKyê tuneye jî heman helwest bê nîşandan û heman hişmendî hebe. "

Wezîr Akar: Ferqa YPGyê ji PKKyê tuneye

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Em dixwazin dijî YPGya ku ferqa wê ji PKKyê tuneye jî heman helwest bê nîşandan û heman hişmendî hebe. Li aliyekî xelatê datînin ser serkirdeyên PKKyê, li aliyekî din jî bi treyler û balafiran va alav, hacet, çek û muhîmat ji YPGyê ra dişînin. Mumkin nîne em vê yekê qebûl bikin. Em li bendê ne ku ev yek jî demildest were serastkirin."

Akar di çarçoveya serdana xwe ya li Sûdanê da li Girava Sevakînê çû serdana xebatên restorasyonê yên TÎKAyê û li vir daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar der barê biryara Amerîkayê ya ji bo serkirdeyên PKKya rêxistina terorê da ku wê xelata pere bide kesên ku agahî bidin wiha got: "Biryara mutefîqên me gavekî erênî ye, lê bi derengî ketine."

Akar der barê biryara Amerîkayê da destnîşan kir dixwazin dijî YPGya ku ferqa wê ji PKKyê tuneye jî heman helwest bê nîşandan û heman hişmendî hebe û wiha got: "Li aliyekî xelatê datînin ser serkirdeyên PKKyê, li aliyekî din jî bi treyler û balafiran va alav, hacet, çek û muhîmat ji YPGyê ra dişînin. Mumkin nîne em vê yekê qebûl bikin. Em li bendê ne ku ev yek jî demildest were serastkirin."

Hulusî Akar der barê eskeriya biberdêl da diyar kir 633 hezar û 844 welatiyên me serlêdanên xwe temam kirin, pereyên xwe razandin û ew daxilî plana perwerdehiyê hatin kirin û wiha got: "Dîrok û cihê perwerdeyê herî deren wê serê berfanbarê bi temamî were eşkerekirin."


AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE