Wezîr Akar ji bo Idlibê bangawazî li NATO û Ewropayê kir

Akar ji bo ajansa nûçeyan a Associated Pressê derbarê pêşhatên li Idlibê nirxandin kirin.

Wezîr Akar ji bo Idlibê bangawazî li NATO û Ewropayê kir

 Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir ku ji bo rawestana êrîşên rejima Esed ên li Idlibê pêdivê NATO, Ewropa û cîhan piştevaniyeke dilsoz û berceste bide.

Akar ji bo ajansa nûçeyan a Associated Pressê derbarê pêşhatên li Idlibê nirxandin kirin.

Wezîr Akar anî ziman ku dema rejima Esed li dijî xalên çavdêriyê yaxud ên eskerî çalakiyekê li dar bixe ji bo misildaneke bi hêztir talîmat daye û wiha pê de çû:

"Tiştek bibe wê misildan çêbibe. Me her gotiye em personel û eskerên xwe ji wêderê (xalên çavdêriyê yên li Idlibê venakişînin. Dê erka xwe ya li wêderê bidomînin."

Akar herwiha got, "Ji bo rawestana êrîşên rejima Esed ên li Idlibê pêdivê NATO, Ewropa û cîhan bi giştî, piştevaniyeke dilsoz û berceste bidin. Mirovên ku xaniyên xwe ji dest dan û malbatên xwe wenda kirin, di nava neçariyê de dixwazin tiştekî bikin ew jî destên radîkalan bihêz dike. Îllehî pêşiya radîkalîzmê vedibe."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2020, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE