Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, ji bo sersaxiyê çû serdana malabata şehîd çawîşê pispor ê cendirme özgür can. Wezîr akar derbarê têkoşîna li dijî terorê de bi bîryardarî avixî û got:”bi tiran, bi vagonan çekan bidin wan jî ew nikarin bi ser kevin. Serkêşên terorê ev yek fehm kirin. Wê yên din jî fehm bikin.”
Wezîrê Parastinê Hulusi Akar, Sererkan Yaşar Güler û fermandarên hêzan, li Elvankenta Enqerê ji bo sersaxiyê çûn serdana malbata şehîd çawîşê pispor Özgür Can.
Wezîr Akar û fermandar, sersaxî dan bavê şehîd Ömer, birayê wî Ayhan Înce û xizmên wî.
Akar got me heta îro tola şehîdên xwe hilanî em ê ji vir şûn de jî hilînin.
Heta ku teror biqede wê têkoşîna me bênavber dewam bike.
Wezîr Akar:”Me di vê mijarê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Ji ber ku terorîst li welêt û derwelêt piştgiriyê dibînin, bi xayînan re hevkariyan dikin, hêj dawiya wan nehatiye. Em dibêjin, heta hemû terorîst têk biçin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sekin tune ye, li bendêmayîn tune ye. Çi bi TİRan çi jî bi vagonan çiqas çek didin wan bila bidin; ew nikarin bi ser kevin. Serkêşên terorîstan ev yek fehm kirin, dê yên din jî vê yekê fehm bikin.”