Wezîr Akar: "Ya ku dixwaze alozî li Behra Spî zêde bibe Yewnanistan e"

Wezîr Akar behsa rewşa Deryaya Spî kir û got, "Ya ku dixwaze alozî li Deryaya Spî zêde bibe Yewnanistan e. Mixabin destê me yê ku di çarçoveya cîrantiya baş de, hertim ji bo çareserî û aşitiyê bilind bû, li hewa ma."

Wezîr Akar: "Ya ku dixwaze alozî li Behra Spî zêde bibe Yewnanistan e"

 Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar got, "Ya ku dixwaze alozî li Deryaya Spî zêde bibe Yewnanistan e. Mixabin destê me yê ku di çarçoveya cîrantiya baş de, hertim ji bo çareserî û aşitiyê bilind bû, li hewa ma."

Wezîrê Berevaniyê Akar di gotara xwe ya ku li Lijneya Giştî ya TBMMê pêşkêş kir de bal kişand ser gotinên nijadperestane yê hakemê pêşbirka Medîpol Başakşehîr û Paris Saint-Germainê (PSG) û got, "Em hemî cure dijayetiya Îslamê û biyaniyan bi tundî şermezar dikin." 

Wezîr Akar behsa rewşa Deryaya Spî kir û got, "Ya ku dixwaze alozî li Deryaya Spî zêde bibe Yewnanistan e. Mixabin destê me yê ku di çarçoveya cîrantiya baş de, hertim ji bo çareserî û aşitiyê bilind bû, li hewa ma."

Akar derbarê operasyonên li bakurê Iraqê wiha axivî: "Operasyonên me yên li dijî PKKê bi şîdeteke zêde berdewam in. Di nava mehekê de 7 ji wan mezin, 21 ji wan navend bi giştî 28 operasyon hatin lidarxistin."

Akar tekezî li wê yekê kir ku têkoşana dijî FETOyê bi biryardarî didome û got, "Piştî 15 Temmuza 2016an heta nuha bi giştî 20 hezar û 610 kes ji Artêşa Tirkî hatin avêtin."

Wezîr Akar derbarê peymana li Qerebaxê jî wiha got, "Ji bo avabûna navendeke hevpar û destpêkirina çalakiyê di navbera Tirkiye-Azerbaycan-Rûsyayê de xebat berdewam e."

Akar wiha pê de çû:

 "Pêvajoya pêdekirina S-400an bi reçavgirtina rehendên siyasî, eskerî, aborî û teknolojîk tê şopandin, bi awayekî plankirî amadekarî û kontrola pergalê berdewam e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE