Wezîrê Bazirganiyê Muş: Mezinbûna Tirkiyeyê ya bi îxracatê va didome

Muş bal kişand ku mezinbûna Tirkiyeyê ya bi îxracatê va didome û her wisa got ku di çaryeka duyem da bi sedî 21,7 va mezinbûneke di asta rekorê da hat tomarkirin.

Wezîrê Bazirganiyê Muş: Mezinbûna Tirkiyeyê ya bi îxracatê va didome

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş di parvekirina nirxandina mezinbûna ji sedî 21,7 ya di çaryeka duyem da ragihand ku nîvê mezinbûnê xwe dispêre îxracata mal û xizmetê.

Muş li ser hesabê xwe yê Twitterê, amarên mezinbûnê yên çaryeka duyem ên ku ji hêla TUÎKê hatin ragihandin, nirxand.

Muş bal kişand ku mezinbûna Tirkiyeyê ya bi îxracatê va didome û her wisa got ku di çaryeka duyem da bi sedî 21,7 va mezinbûneke di asta rekorê da hat tomarkirin.

Wezîr Muş diyar kir, sûda îxracata mal û xizmetê ya li mezinbûnê 10,8 puan e û wiha got:

"Ev amar, sûda herî mezin a ji sala 1998an vir va ye. Nîvê mezinbûnê xwe dispêre îxracata mal û xizmetê. Mezinbûna me ya li ser bingehê veberhênan, hilberîn û îxracatê dê bidome."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE