Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Alîkarê Serokomar Fuat Oktay çûn Zelandaya Nû.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parve kir û got ew û Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar diçine Zelandaya Nû û wiha dewam kir:
"Şexsê min û Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar em niha diçine Zelandaya Nû. Em li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi rê ketin. Em ê li wir hem peyama Serokomarê me ya serxweşiyê ji wan re bibêjin û hem jî piştgiriyê bidine gelê Zelandeya Nû."