Wezîr Çavuşoglu û Vucîcê Serokomarê Sirbîstanê hatin bal hev

Çavuşoglu formaya Tîma Basketbolê ya Anadolu Efesê ya di sezona 2020-2021î da di Lîga Ewropayê ya THYê da bûye şampiyon ya ji hêla lîstikvanên tîmê va hatiye îmzekirin diyariyê Vucîc kir.

Wezîr Çavuşoglu û Vucîcê Serokomarê Sirbîstanê hatin bal hev

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Belgrada paytextê Sirbistanê bi Aleksandar Vucîcê Serokomarê Sirbîstanê ra hat bal hev.

Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand wî bi Vucîcê Serokomarê Sirbistanê ra hevdînek pêk aniye û wiha dewam kir: "Em li ser têkiliyên me yên dualî û projeyên hevkariya herêmî axivîn."

Çavuşoglu formaya Tîma Basketbolê ya Anadolu Efesê ya di sezona 2020-2021î da di Lîga Ewropayê ya THYê da bûye şampiyon ya ji hêla lîstikvanên tîmê va hatiye îmzekirin diyariyê Vucîc kir.

Wezîr Çavuşoglu got wî bi Serokwezîra Sirbistanê Ana Brnabîc ra jî civînek kiriye û wiha dewam kir: "Me hemû hurgiliyên têkiliyên me nirxand. Me behsa daxwaz û hêviyên karsazên xwe yên li Sirbistanê verberhênanê dikin, kir."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE