Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez daxuyand Keştiya Lêkolîna Sîsmîk a Oruç Reîsê MTA ji bo wezîfeya xwe ya nû li Behra Spî ji Antalyayê bi rê ket û gihîşt qada ku wê lê bixebite.
Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand xebatên ji bo serxwebûna vejena Turkiyeyê li Behra Spî û Behra Reş tên meşandin wê bênavber dewam bikin.
Wezîr Donmez wêneyê Keştiya Oruç Reîsê parve kir û wiha got: "Keştiya Lêkolîna Sîsmîk a Oruç Reîsê MTA ji bo wezîfeya xwe ya nû ya li Behra Spî ji Antalyayê bi rê ket û gihîşt qada ku wê lê bixebite. 83 milyon li pişta te ye Oruç Reîs. Karê te li hev bê."AA