Wezîrê Edaletê Gul li Tunceliyê cemxane ziyaret kir

Wezîr Gul daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo rêzê nîşan bide û atmosfera menewî ya Munzur Baba, Baba Mansur, Duzgun Baba, Fatma Ana û ewliyayan bibîne bajar ziyaret kir.

Wezîrê Edaletê Gul li Tunceliyê cemxane ziyaret kir

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir ku ew ê ji hêla hiqûqî va daxwazên cemxaneyan bi cî bînin.

Wezîr Gul li Tunceliyê Cemxaneya Komeleya Piştevanî û Belavkirina Çandê ya Hecî Bektaşê Welî ziyaret kir ji Serokê Komeleyê Alî Ekber Yurt der barê xabatan da agahî sitand.

Wezîr Gul daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo rêzê nîşan bide û atmosfera menewî ya Munzur Baba, Baba Mansur, Duzgun Baba, Fatma Ana û ewliyayan bibîne bajar ziyaret kir. Gul peyama bihevrabûn û yekîtiyê da û wiha axivî:

"Li Tirkiyeyê 84 milyon welatî dibe ku ji hev cuda bifikirin lêbelê fikra hevpar ew e ku ji ehlêbeytê, Hezretî Elî, Hezretî Hesen, Hezretî Huseyn hez dikin. Êş û jana Kerbelayê êş û jana hevpar a mirovahiyê ye. Pêşeroj û paşeroja me bi hev ra ye. Hezar sal e xuşk û birayên me yên Elewî li vê derê jiyan û ew ê bijîn. Her çiqasî berê mînakên nebaş çêbibûn jî em polîtîkayên înkarê, înkarkirina welatiyên me yên Elewî red dikin, tu carî qebûl nakin."

Wezîr Gul diyar kir ku di seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da di vê mijarê da gavên girîng avêtin û wiha pê da çû:

"Nêrîna me li holê ye. Em bi hev ra Tirkiye ne. Em ê bi taybetî daxwazên hiqûqî yên cemxaneyan bi cî bînin. Ji bo statûya qanûnî ya cemxaneyan wezareta me jî li ser mewzûatê û hiqûqê dixebite. Em bawer dikin ku hemû daxwazên hiqûqî wê bi cî werin. Ev gişt daxwazên heq in. Hikûmeta me yê vê bi cî bîne. Dergah, ocax û mala me hamûyan wekî hev e. Em wekî 84 milyon yek in û bi hev ra ne. Em ê biratiya xwe bigihînin bi hezaran salan."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE