Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu li Girê Çamlicayê lêkolîn kirin

Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu: "Li Girê Çamlicayê 28 antenên terikî hebûn. Ev hemû hatin rakirinî kûleya TRTyê ma, ew jî wê di demeke kin da were rakirin"

Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu li Girê Çamlicayê lêkolîn kirin

 Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu got, "Li Girê Çamlicayê 28 antenên terikî hebûn. Ev hemû hatin rakirinî kûleya TRTyê ma, ew jî wê di demeke kin da were rakirin"

Karaîsmaîloglu li Girê Çamlicayê yê Mezin xebatên ku hatine kirina tedqîq kirin. Karaîsmaîloglu ji rayedaran agahî hilda û piştî tedqîqatê daxuyanî da rojnamegeran.

Karaîsmaîloglu bi bîr xist ku Girê Çamlicayê tijî metal bûn û wiha dewam kir:

"Me nêzî 15 roj berê dest bi rakirina antenan kir, ev der paqij kir. Tenê kûleya TRTyê ma, xebatên xerabkirina wê jî dest pê kir. Li vê derê 28 antenên terikî hebûn. Ev hemû hatin rakirinî kûleya TRTyê ma, ew jî wê di demeke kin da were rakirin. Me Çamlica TV û Kûleya Radyoyê jî temam kir. Me kûleyeke ku di heman demê da 100 radyo dikare weşanê bike, çêkir û li dinyayê cara ewil tiştekî wiha çêdibe. Me ev kir xizmeta Stenboliyan.

Xebatên Çamlica TV û Kûleya Radyoyê li ber kutabûnê ye, tenê karên piçûk man. Radyo hatin barkirin, dest bi fealiyetên xwe kirin. Bi Serokomarê me ra em ê wê derê jî vekin û têxin xizmeta Stenboliyan."

Karaîsmaîloglu diyar kir ku ew li her derê welêt heman xizmetê dikin, li Stenbolê çi çêdibe, li Hekariyê jî wan ew çêkir û wê xebatane bi heman awayî bidomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE