Wezîr Gul: 249 doz safî bûn

Gül: 3 Hezar û 82 kesan cizayên cuda xwarin...

Wezîr Gul: 249 doz safî bûn

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul encamên dozên hewla derbeyê parve kirin. Abdulhamît gul got heta niha 249 doz safî bûne û 3 hezar û 82 kesan cizayên hepsê xwarine. Gul got; darizandin bê alî û li gor hiqûqê tên kirin.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul : 3 hezar û 82 kesên ku di nav hewla derbeyê de cih girtine cizayê hepsê yê heta hetayê yê girankirî, cizayê hepsê yê heta hetayê û cizayên cuda xwarine. niha jî di hepsê de ne.

Dozên FETO’yê yek bi yek safî dibin.Heta niha 3 hezar û 82 kesan ciza xwar.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul li Ajansa Anadolê derbarê dozên FETO’yê de agahî dan.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul :ji 289 dozên derbeyê 249 safî bûn. ji lêpirsînên ankesorê delîlên nû derdikevin. tu lêpirsîna derbeyê nema ku li ser lêkolîn nehatiye kirin.

Wezîrê Dadê got ew kesên ku 251 kes şehîd kirin, dê bêciza nemînin û hêviya me ew e ku kî çi ciza heq kiribe bila wî cizayî bixwe.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul: parastinên wan tên girtin. Li gor rê û rêbazên ahîmê darizandina wan tê kirin. Darizandina wan ewqas adil tê kirin ku wê ev di dîroka cîhanê de cih bigire. Kî çi ciza heq kiribe dê wî cizayî bixwe. Daraza tirkiyeyê karên gelek serkeftî dike.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE