Wezîr Gul beşdarî vekirina avahiya nû ya Saziya Tipa Edlî ya Diyarbekirê bû

Wezîr Gul beşdarî vekirina avahiya nû ya Saziya Tipa Edlî ya Diyarbekirê bû

Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê got, "Di sala 2002yan da dema hikûmeta me hat ser wezîfeyê li 25 ciyên Tirkiyeyê xizmeta tipa edlî hebû, îro li 70 bajarî heye.

Gulê Wezîr di Merasima Vekirina Avahiya Xizmetê ya Teze a Serokatiya Saziya Tipa Edlî da axivî û diyar kir ku şahidiya vekirina tesîseke girîng dikin, xebatên tipa edlî ji bo tesbîta rastiyê gelekî girîng e.

Gul diyar kir ku xebatên tipa edlî ji bo teceliya edaletê ji hêla dîtina delîlan, nirxandina wan, tesbîta sûc û sûcdaran misyoneke girîng dibîne, di vê çarçoveyê da ji ber xizmetên li beşên cûda yên nexweşxaneyên li Diyarbekirê pirsgirêk derdiketin û derengî diketin.

Gul got ji ber ku hin laboratuvar li vê derê tunebûn ji bajarên din piştgirî dihat hildan û wiha pê da çû:

"Ji ber vê hem xizmetên tipa edlî yên li Diyarbekirê derengî diketin hem jî welatî mexdûr dibûn. Îro bi vekirina vê avahiyê va ne bi tenê ji hêla avahiyê, ji hêla îstixdama personelan û xizmetên tipa edlî va astê zêde bibe. Di sala 2002yan da dema hikûmeta me hat ser wezîfeyê li 25 ciyên Tirkiyeyê xizmeta tipa edlî hebû, îro li 70 bajarî hene. Avahiya me û laboratuvara me bi xêr bin. Êdî welatiyên me yên ji Diyarbekirê ji bo DNAyê an jî xizmeteke din neçin çiyekî din."

Munîr Kasapogluyê Waliyê Diyarbekirê jî got avahî ji bo personel û kesên xizmetê dibînin girîng in û wiha pê da çû: "Avahî hurmeta me ya ku nîşanî personelan û welatiyan rayê didin. Ji kesên keda wan tevlî bûn ra sipas dikim. Avahiya me bi xêr be."

Gul piştî vekirinê li avahiyê lêkolîn kir.

Mehdî Ekerê Parlementerê AK Partiyê, Mustafa Çelenkê Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê jî beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE