Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ragihand, ji bo ku di kadroyên cuda cuda da werin wezîfedarkirin 13 hezar û 202 personelên nû wê werin hildan.
Gul li ser Telegramê daxuyanî da û wiha got, "Hevalên min ên ciwan ên xoşewîst, îlana me ya hildana personelan tê weşandin. Em ji bo kadroyên weke gardiyan, mubaşir, katibê zebtê û psîkolog 13 hezar û 202 personelên nû hildidin. Em ê teşkîlata xwe ya edaletê bi we ra xurt bikin. Ji niha va ser xêrê be."
AA