Wezîr Gul: "Kuştina jinan çalakiyeke terorê ye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir kuştina jinan çalakiyeke terorê ye û got ku divê em hemû dijî van hewldanan têkoşîneke berfireh bidin.

Wezîr Gul: "Kuştina jinan çalakiyeke terorê ye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Kuştina jinan çalakiyeke terorê ye û divê em hemû dijî van hewldanan têkoşîneke berfireh bidin."

Gul li Gazîentebê piştî Civîna Nirxandiya Tenduristiya Bajêr ku li Tesîsên Civakî ya Batal Hoyukê hat lidarxistin pirsên rojnamevanan bersivand.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kir kuştina jinan çalakiyeke terorê ye û got ku divê em hemû dijî van hewldanan têkoşîneke berfireh bidin.

Abdulhamît Gul destnîşan kir dibînin ku hin bûyerên biçûk yên ku tên veşartin û her diçe mezin dibin û di encamê da kuştin çêdibe û wiha got: "Loma jî wek gel der barê vê mijarê da ji hêzên ewlehiyê bigire heya meqamên darazê û her cure mekanîzmayên civakî û navendên rêlibergirtina tundiyê zehf baldar bin."

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê rezerva xaza siruştî ya hat keşifkirin da jî wiha axivî: "Em çawa xîçekî welatê xwe nadin û feda nakin, di welatê xwe yê şîn da jî dilopeke me ya avê ya em bidin tuneye û em ê heta dawiyê vê wek heqê desthilatdariyê biparêzin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE