Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul derbarê bûyera ji otobusa karantînayê, sitendina 2 rêwiyên ku ji Parîsê hatine anî ziman ku "dê hiqûq tişta pêwîst bike".
Gul di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Derbarê bûyera ji otobusa karantînayê, sitendina 2 rêwiyên ku ji Fransayê hatine, karûbarên hiqûqî dê bên kirin. Di vê mijarê de ti tawîz, ti miemeleyeke îstisnaî nayê qebûlkirin."
Wezîr Gul tekezî li wê yekê kir ku li pêşberî qanûnê hemî kes yeksan û weke hev e û destnîşan kir ku ew şopînerê bûyerê ne.
AA