Wezîr Gul name şand Emerîkayê

Abdulhamit Gul: tirkiye li benda teslîma serkêşê fetö’yê ye

Wezîr Gul name şand Emerîkayê

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ji hevkarê xwe yê Emerîkî William Pelham Barr re nameyek şand. gul ji emerîkayê xwest ku serkêşê fetoyê û endamên wê teslîmî tirkiyeyê bikin.

Xwest lêpirsînên derbarê FETO’yê de bên berfirehkirin û serkêşê FETO’yê were teslîmkirin.

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ji hevkarê xwe yê Emerîkî William Pelham Barrê ku nû hat tayînkirin, nameyek şand. Gul ji bo hevkarê xwe hêviyên serfiraziyê anîn zimên û jê xwest ku serkêşê FETO’yê were teslîmkirin Tirkiyeyê.

“wekî hûn jî dizanin welatên me ev bi salan e li gelek deverên cîhanê ji bo pêkanîna hizûr û aramiyê bi hev re li dijî terorê têkoşînê didin. mijara herî girîng a di navbera her du welatan de hevkariya dadî ya di sûcên terorê ye de ye.”

Wezîrê Dadê Gul derbarê lêpirsînên li ser FETO û saziyên wê de kêfxweşiya xwe anî zimên, lê xwest ev lêpirsîn berfirehtir bibin.

“nêzî 3 sal e ev lêpirsîn dewam dike, lê derbarê teslîmkirinê de tiştekî berbiçav çênebûye. ev yek jî me xemgîn dike. ez hêvî dikim di heyama we de ev lêpirsîn berfirehtir bibin û hûn karibin rûyê qirêj ê fetö’yê bibînin”

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE