Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu beşdarî Civîna Wezîrên Karê Derve yên NATOyê bû.
Çavuşoglu di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku bi rêya vîdeo konferansê beşdarî Civîna Wezîrên Karê Derve yên NATOyê bû.
Wezîr Çavuşoglu di parvekirina xwe de wiha got, "Li tenişt mijarên di rojeva NATOyê de me derbarê Qerebax, Rojhilatê Deryaya Spî, Libya û tedaxula nemeşrû ya li dijî keştiya me fikrên xwe yên xist rû."