Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu li Washingtonê di çarçoveya civînên Koalisyona Dijî DEAŞê digel wezîrên welatên endam civiya.
Piştî civînên ku li Wezareta Karê Derve ya DYAyê hatin lidarxistin, wezîran dest bi civînên dualî kirin.
Di vê çarçoveyê de Wezîr Çavuşoglu digel hevtayê xwe yê Libyayî Muhammed Tahir Seyyale, hevtayê xwe yê Danîmarkî Jeppe Kofod, hevtayê xwe yê New Zealandî Wintson Peters, hevtaya xwe ya Swêdî Ann Linde û hevtayê xwe yê Finlandiyayî Pekka Haavisto civiya.
Çavuşoglu herwiha pişte jî li ser pêyan digel Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Şêx Evdirehman Al Sanî dîdarek li dar xist.
Di hevdîtinan de mijara Tirkiyeyê û têkiliyên bi wan welatan re hatin gotûbêjkirin.AA