Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu wê di navbera 9-11ê sibatê da li Kuweyt, Umman û Qeterê ziyaretên fermî bike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Derva hat dayîn, di çarçoveya ziyaretên Çavuşoglu da wê li van welatan bi hevkarên xwe û rayedarên payebilind ra hevdîtinan bike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi wesîleya ziyaretê hevdîtin wê werin kirin û di van hevdîtinan da ser têkiliyên dualî were rawestan û derbarê mijarên herêmî û navneteweyî da alî wê fikrên xwe ji hev ra bêjin.
Li gor daxuyaniyê Çavuşoglu wê di heman demê da bi karsazên Tirk ra jî rûnê.
AA