Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Bîngolê hin ziyaret kirin.
Wezîr Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya li bajêr da bi Walî Kadîr Ekîncî û Şaredar Erdal Arikan ra li kolana Gencê esnaf ziyaret kirin û bi welatiyan ra axivîn.
Çavuşoglu li qehwexaneyekê bi welatiyan ra çay vexwar.
Paşê Çavuşoglu Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ziyaret kir û bi endamên partiyê ra hevdîtin kir.
Çavuşoglu dû ra derbasî Walîtiyê bû, deftera şerefê îmze kir û bi Walî Ekîncî ra hevdîtin kir. Çavuşoglu Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr jî ziyaret kir û li vê derê der barê xebatan da agahî hilda.
Serokê Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê Cevdet Yilmaz, Parlamenterê Bîngolê yê AK Partiyê Feyzî Berdîbek, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Haşîm Saglar jî bi Wezîr Çavuşoglu ra geriyan.
AA