Wezîrê Karên Navxweyî Soylu li Hekariyê ye

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu Hekariyê eskerên ku li Baregeha Girê Ewliyayan wezîfedar in ziyaret kirin

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu li Hekariyê ye

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Gevera navçeya Hekariyê eskerên ku li Baregeha Girê Ewliyayan ya ku 2 hezar û 970 mêtro bilind e wezîfedar in ziyaret kirin.

Ji bilî Wezîr Soylu, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetîn, Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik, Fermandarê Tumena Piyadeya 3emîn Tumgeneral Metîn Tokel, Fermandarê Şaxartêşa Asayîşê ya Cendirmeya Wanê Tumgeneral Haci Îlbaş, Midûrê Ewlehiya Bajêr Suleyman Suvat Dîlberoglu jî beşdarî ziyaretê bûn.

Wezîr Soylu û lijneya ligel wî şeva xwe li Baregeha Girê Ewliyayan bi eskeran re derbas kir.

Wezîr Soylu li vê derê rojbûna Erkan Atamanê cendermeyê serpel pîroz kir û ji bo xatirê wî paste birîn û moral dan hemû eskeran.

Soylu serê sibê kulubeyên nobedê geriya û behnekê bi esker û polêsan hereketa taybet ra sohbet kir.

Wezîr Soylu û lijneye ligel wî piştî xwarina taştê ji herêmê vegeriyan.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE