Wezîrê Karên Navxweyî Soylu mêvanê TRT Kurdiyê bû

Soylu:''Derdê me tenê rêxistina terorê ye, em li dijî wê têdikoşin''

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu mêvanê TRT Kurdiyê bû

Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu got, "Tayyip Erdogan ne tenê Serokomar û Serokwezîrtiya Tirkiyeyê kir, peymana biratiyê ya Tirkiyeyê jî eşkere kir."

Wezîr Soylu ku ji bo 1000emîn roja Nobeda Zorakan ya Dayikên Diyarbekir ya li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hat bajêr. Soylu bû mêvanê Koordînatorê Kanala TRT Kurdî Kemal Gümüş û rojnameger İdris Kardaş. Di weşana taybet a TRT Kurdîyê de axivî.


Soylu di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina roja yekşemê dest pê kir û bal kişand ku ev 1000 roj in Dayikên Diyarbekir li ber xwe didin û ji bo  parastina zarokên xwe û pêşeroja wan nobedê digirin. Dayikan bi 1000 rojî nêrîna raya giştî jî guherand.

Soylu, anî ziman ku dilê dayikan pir bi qîmet e û hêza wê bi gotinan nayê vegotin û got ku ew berxwedana ku ji aliyê dayikan ve tê kirin weke bûyereke mezin û dîrokî dinirxînin.


Soylu destnîşan kir ku Diyarbekir xwedî şaristaniyeke dîrokî ya pir dewlemend e û diyar kir ku çalakiya dayikên Diyarbekirê qêrîna dayikên ku bi dayika Hacîreyê dest pê kir, îro bûne 299 malba. Wan bi vê berxwedanê zilmek ji holê rakir, zulmek çewisand, bê dudilî li dijî terorê sekinîn û nexwestin zarokên xwe bikin qurbana terorê.

Soylu, bal kişand ser vê yekê ku ev qîrîn mezin bû û li Şirnex, Wan, Colemêrg, Mûş, Îzmîr û Berlînê belav bû û wiha got: "Em ji terorê mexdûr bûn. Zarokên me nikarîbûn bixwînin. Malbat ji hev qetiyan. Pêşketin hatin astengkirin, asteng kirin ku em bifikirin." Nehiştin em bifikirin. Van hemûyan bû sedema xisarên madî. Me wext winda kir. Êş û travmayên kom bûn, ango êşa civakê jî zirareke mezin dît. Xisara madî carinan dikare were çareserkirin, lê ev travmayên civakê bi sedsalan wê bidomin." 


- "Tenê pirsgirêkeke me heye: Ew jî teror e"

Soylu, diyar kir ku ew zarokên erdnîgariyeke pir dewlemend in û got ku ew ji wan kesan in ku hewl didin vê erdnîgariyê geştir bikin, zîndetir bikin.

Soylu bal kişand ser bûyerên 6-8ê Cotmehê û got ku ew bawer dikin di van bûyeran de dîrok hatiye sabotekirin, dibistan, pirtûkxane, mizgeft, dêran, ev hemû hilbijartinek bi zanebûn bû ku hewl dan vê çanda qedîn û dewlemend ji holê rakin.

Soylu axaftina xwe wiha domand:

"Gelo bi ser ketin? Na bi ser neketin. Ger hezar sal ser de derbas bibe jî tu kes nikare Cizîrê biguhrîne, kes nikare El Cezîrê û gorên pêxemberên me ji vir derxîne. Ger em xwedî lê dernekevin, neparêzin, girîngiyê nedinê, em ê têk biçin. Ev hemû di dema xwe de bi qîmet in. Dema têk biçe jî bêtam dibe û ji dîrokê qut bûye.


Kesek dikeve dewrê, Recep Tayyîp Erdogan dikeve dewrê. 

Niha dem bi dem hewl dihat dayîn ku têkoşîna li dijî terorê bi awayekî din ji birayên me yên Kurd ên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê re bê ravekirin. Tenê pirsgirêkek me heye: Terorîzm. Pirsgirêka me ya duyem nîne ji ber ku divê em baweriya xwe bi gelê xwe, cudahiyên wan, dewlemendiyên xwe û gelê xwe bi xwe bînin, ji ber ku em hemû wek hev in, lewra têgeha baweriyê têgeheke hevbeş e. Heger we bi hevdû re bawerî pêk anîbe, we bi rastî jî pêwîstiyên kevneşopî û ola xwe pêk aniye.

Biratî cîhanek e, ger hûn vê yekê bikin, ez dixwazim ji kesên ku li vir me temaşe dikin re vê bêjim: Tayyîp Erdogan ne tenê Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê bû, peymana biratiyê ya Tirkiyê jî eşkere kir. Li ser wî çi dihate gotin, her çiqas dem bi dem dihat rexnekirin jî dev ji vê biratiyê berneda û dev jê bernade. Kî dibe bila bibe, çi dibe bila bibe, di riya xwe de dewam dikir."

Soylu destnîşan kir ku Serokomar Erdogan ji xemilandina bajaran, ji entegrebûna wan a bi dîroka wan re, ji hatina wan a bi qadên pîşesazî, zanîngehên li 81 bajaran, balafirgeh, çûnûhatin, perwerde, tenduristî, mamosteyan, dev ji tu tişekî bernade. Ez bûm Wezîrê Karên Navxweyî, li vî welatî dek û dolaban girtibûn, li herêmê dadgeh hatin avakirin, bac û îxrac dihatin standin, car caran danê êvarê piştî saet 16.00-17.00’an gel nexwest derkevin kolanan, ji xwe re zaroken xwe re digotin, “werin malê!”

- "Ev siûda xerab têk çû"

Soylu bal kişand ku niha li hemû Rojhilat û Başûrê Rojhilat zanîngeh hene, li Stenbolê mamoste kêm in, lê li herêmê mamoste nekêm in, Soylu bi bîr xist ku berê şansên xerab bi herêmê re dihatin naskirin.

Wezîr Soylu got, "Ev qedera bêbext têk çû û Recep Tayyîp Erdogan vî bextî têk bir. Bila tu kes li ber xwe nede. Helbet tiştên ku berê hatin kirin hene. Ev jî têra şikandina şansê xerab nekir. Em tenê dixwazin zarokên me bibin xwedî siberojeke xweş û xewnên xweş bibînin. Mirov ji xeyalan bêpar in. Hûn çawa dikarin di bin siya çek, rêxistina terorê, pevçûnan de xeyalan bikin."

Soylu destnîşan kir ku berê gotina "Ez kurd im" wek sûc dihat dîtin û Serokomar Erdogan vê fikrê şikand û got ku îro her kes bi rehetî dikare bibêje ez kurd im.

Soylu wiha dewam kir:

"Yanî travma ne tenê ji ber kurdayetiyê bû, travmayek hebû ku li Tirkiyeyê hemû nasnameyan tepeser dikirin. Bi rastî jî Roman hatin marjînalîzekirin, niha li her bajar û vîlateyê nûnerê me yê Romanan hene. Walîyê dewletê di rojiya Muheremê de fitarê dide, qeymeqam jî fitarê dide, me hewl da ku hewayeke ku kesî marjînal neke ava bikin. Lê çi lazim e? Divê em ji kodên vê şaristaniyê xilas nebin. Şaristaniya me ev e. Ji me re bes e. Yanî ev welat bi serpêhatî û rastiyên xwe yên dîrokî wekî muzexaneyê ye. Bi hemû şêweyên xwe wek muzeyê ye. Bi tenê berhemên xwe yên madî û bi hemû dîroka xwe ve muze ye.. Muzexane ye. Kurdbûna vî welatî , Tirkîyetî, Elewîtî, Sunnîtî, dîndarî, mizgeft, serpêhatîyên wê, dêrên vî welatî hemû muzexane ne, divê em bi vî awayî bibînin. Niha em li ku dipeyivin, di TRT Kurdîyê de, 20 sal berê gelo me dikaribû tiştekî wisa bifikiriya?

Niha jî dibêjin 'Kurdî asteng dikin'. Em çi asteng dikin, kê asteng dikin? Niha şeva borî li Farqînê bi beşdariya bi hezaran kesî konserek hat lidarxistin. Bi kurdî hat gotin, jixwe her tişt, bi her zimanî tê gotin. Cudahiyeke wiha tune. Ev gotin tê vê mehneyê ku em tev dîn bûne û bi çolan ketine.

Soylu, diyar kir ku Sepana Piştevaniya Jinan (KADES) ewil bi tirkî dest pê kir û diyar kir ku piştre li gorî hewcedariyê derbasî zimanên farisî, erebî, fransî, rûsî, almanî, spanî, kurdî, uzbekî û kirgizîkî bûne.

"Rojên xerab qediyan"

Soylu, got ku dê xelk berê xwe bidin herêmê û destnîşan kir ku xwendina li zanîngeha Diyarbekirê dê bibe îmtiyazek, rojên xerab qediyan û her roj dê ji ya berê gelek çêtir be.

Soylu ev nirxandin kirin:

"Di van rojên dawî de astengî li pêşiya hunermendan çêbûn. Eleqeya min bi van buyeran tune. Tiştekî wiha heye, divê em vê yekê ji hev veqetînin. Helbet her kesek bi zimanê xwe strana dikare bibêje, bi erebî an jî bi kurdî bêje. Lê eger têkiliyek bi terorê re hebe, divê em ji ber hindek hesasiyetên xwe paşguh nekin. Li vî welatî ne mimkûn e ku mirov ji ber stran û hunera xwe were astengkirin. Binêrin em car caran di mijarên herêmî de vê yekê dibînin.. Dengbêjên herêmî bi kurdî hene.. Di dawetan de dilîzin?.. Kengî? Dema ku ev stran vediguhere terorê, ji kêliya ku dibe propagandaya terorîstan, em dibêjin 'deqeyekê bisekine'. Ev îstismareke siyasî ye.

Di vir de di warê ziman û hunerê de tiştek tune. Bi vî awayî dîtina wê pir xelet e. Bi tirkî, kurdî, îngilîzî, erebî bibêje jî wisa ye. Eger DAIŞ bi erebî propagandayê bike ez ê destûrê bidim na, yan dê welatî destûrê bidin? Ji bo Xwedê tiştekî wisa tune. Tu kes ji ber ziman û hunera xwe nikare bê paşguhkirin, lê ger berê pêwendiyek an jî girêdanek bi terorê re hebe, raya giştî, hemwelatî an sazî û rêxistin, civakî û bazirganî destûrê nadin. 

- "Lêgerînek e ku meriv bi nîqaşên kevn zemînek nû bibîne"

Wezîr Soylu got ku ev mijar divê neyên sîyasîkirin. Ji vê derê cudakirina zimanek û hunerekê neyê derxistin. Divê neyê fehmkirin ku ev li dijî zimên çalakiyek e. Ew kesên ku di nav gel de îtibara xwe wenda kirine, siyasetmedarên ku bi terorê eleqedar in divê ji xwe re zemîneke nû bibînin. 

"Ji ber ku Tayyîp Erdogan li Tirkiyeyê ev zîhniyet guherandiye nan ji vir dernakeve. Tu pirsgirêk û xemeke wiha nîne. Em vê yekê weke dewlemendî dibîne û weke mafê mirovan dibînin. "Berê wisa li mirovan dinêrîn, digotin ev çi xeber didin. Dive ku li vê derê tiştekî wisa nehatine dîtin lê li Stenbolê wisa bû. Ev tolerans ji xwe medeniyata me nîşan dide. Her kes ji hev re dixwaze. Jixwe li ser mafên mirovan jî nîqaşek nayê qebûlkirin. Divê em xwe nexin nav nîqaşên wisa.

Yek ji nexweşiyên sedsala 21. a serdema me, dezenformasyon e.  Dixwazin biguherînin û bi derewan xera bikin û fesadiyê bikin, lê mirov hebûnek kamil e. Lê mirov dikare baş û xerabiyê ji hev cihê bike, şaşî û rastiyê deyne ber hev. Tiştên ji bo xwe û yên ne ji bo xwe ji hev biqetîne, însan wisa bi jî bi feraset in. Em îtimatê wî dikin. Em ji feraseta wî bawer dikin, ji medeniyet û şaritaniya xwe bawer in. Siberoj wê baştir biguhere û wê xweştir bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE