Wezîr Kasapoglu Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Wezîr Kasapoglu malbatên ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji 3ê Îlona 2019an vir va li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bo ewladên xwe dest bi nobetê kirine bi tenê nehişt û ewan ziyaret kir.

Wezîr Kasapoglu Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Wezîrê Spor û Ciwaniyê Dr. Mehmet Muharrem Kasapogluyê ku çû serdana Dayikên Diyarbekirê got: "Em ê çawa ku heta îro lê xwedî derketin ji vê saetê bi şûn va jî bi dil û derfetên xwe va piştevaniya bidin vê têkoşîna watedar a dayikên xwe."

Wezîr Kasapoglu malbatên ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji 3ê Îlona 2019an vir va li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bo ewladên xwe dest bi nobetê kirine bi tenê nehişt û ewan ziyaret kir.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê 641 roj e dewam dike.

Malbatan ji Kasapoglu ra qala xapandina zarokên xwe kirin û wezîr jî bi dê û bavan ra hevdîtin kir û qerenfîl da malbatan paşê daxuyanî da rojnamegeran.

Kasapoglu destnîşan kir ku heqê tu kesî tuneye vê êş û keserê bi dayikên vî welatî bide kişandin û wiha domand: "Ew kesên ku xweşbînî û niyeta van mirovên hêja yên vê erdnigariyê îstîsmar dikin û bi pêşeroja ewladan dileyîzin bila bizanibin ku em li cem vê têkoşîna hêja ne. Him bi dil, him bi dia û him jî bi hemû derfetên dewletê em li cem vê têkoşînê ne û ji bo domandina wê jî em ê bi hev ra hewl bidin. Em ê çawa ku heta îro lê xwedî derketin ji vê saetê bi şûn va jî bi dil û derfetên xwe va piştevaniya bidin vê têkoşîna watedar a dayikên xwe."

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdî Eker, Oya Eronat, Ebûbekir Bal, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Şukru Yaman û Serokê Bajêr ê AK Partiyê Mehmet Şerîf Aydin jî tevlî Wezîr Kasapoglu çûn ziyareta malbatan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE