Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu ragihand ku dayîna burs û krediyên meha gulanê dest pê kir.
Wezîr Kasapoglu eşkere kir ku ji 6ê gulanê pê va di hesabên xwendekaran da razandina burs û krediyan dest pê kir.
Mehmet Muharrem Kasapoglu diyar kir ku di navbera 6-10ê gulanê da li gorî xaneya dawîn a nasnameya xwendekaran, burs an jî kredî dê di hesabê wan da were razandin.
Yên ku xaneya dawîn a nasnameya wan "0" e di 6ê Gulanê da, yên "2" ye di 7ê gulanê da, yên "4" e di 8ê gulanê da, yên "6" e di 9ê gulanê da û yên "8" e jî dê di 10 gulanê da burs an jî krediya xwe bistînin.