Wezîr Kasapoğlu ji zarokan re bisqilêt şandin

Wezîrê Spor û Ciwaniyê soza xwe anî cih û ji xwendekaran re bisqilêt şandin

Wezîr Kasapoğlu ji zarokan re bisqilêt şandin

Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoğlu di serdana Ağrıyê de soza bisqilêtan dabû xwendekaran. Wezîr soza xwe anî cih û ji xwendekaran re bisiklêt şandin. Li Ağrıyê bi merasîmekê li xwendekaran 54 bisqilêt hatin belavkirin.

Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoğlu di 25ê Adarê de çûbû serdana Agiriyê.

Di serdana xwe de soz dabû û ji xwendekaran re gotibû ez ê ji we re bisqilêtan bişînim.

Wezîr Kasapoglu soza xwe anî cih û ji 54 xwendekaran re bisqilêt şandin.

“Wezîrê Spor û Ciwaniyê hatibû vê der ê. Xwedê jê razî be, soza xwe anî cih. Me jê bisqilêt xwestibûn, wî jî ji me re bisqilêt şandin. Heta niha bisqileteke min çênebûbû, em gelek kêfxweş bûn.”

Dema zarokan bisqilêt dîtin pir kêfa wan hat.

Bisqilêt bi merasîmekê li xwendekaran hatin belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE