Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo ciwanên ku nikarin ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derkevin derva peyamek weşand.
Koca ji ciwanên ku derketina wan a derva qedexe ye re wiha got: "Hevalên min ên ciwan, qedexeya derketina derva îşev dawî bû. Mixabin ew hê ji bo we, kesên ku temenê wan 15-20 in, mezinên me yên ji 65 salî mezintir in û zarokên me yên ji 14 salan biçûktir in dawî nebû. Ez rica dikim sebir bikin, hinekî dîsa wext bidin me. Bi hezkirin."