Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di çarçoveya "Bernameya Teşwîqa Vaksînê" de hemî serokên giştî yên partiyên siyasî yên ku di Meclisê de têne temsîlkirin, Serokê Dadgeha Makezagonê Zuhtu Arslan û Serokê Parlementoyê Mustafa Şentop dawetî vaksînê kirine.
Wezîr Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got:
"Min telefonî serokên partiyên siyasî yên ku li meclisê tên temsîlkirin, Serokê Dadgeha Makezagonê, Serokê Parlementoyê kir û min ew dawetî vaksînê kirin. Ji bo nezaketa ku nîşan dan ez pasiya wan dikim."AA