Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca çû ziyareta Şaredarê Agiriyê Savci Sayanê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê da tedawî dibe.
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê ziyareta xwe da agahî da û wiha got: "Me rewşa tenduristiya Şaredarê me yê Agiriyê Birêz Savci Sayanê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê ya Enqereyê da tedawî dibe, ji nêz va şopand. Rewşa Birêz Sayan baş e, Xwedê şifayê bide wî."