Wezîr Koca daneyên Kovîd-19ê yên di navbera 18 û 24ê îlonê da eşkere kir

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ji her 100 hezar kesî da tê dîtin li Stenbolê 238,33, Enqereyê 394,70 û Îzmirê jî 49,01 bû.

Wezîr Koca daneyên Kovîd-19ê yên di navbera 18 û 24ê îlonê da eşkere kir

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên di 100 hezar kesî da tê dîtin ên di navbera 18 û 24ê îlonê da eşkere kir.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê nexşeya Tirkiyeyê parve kir, li gor daneyên di navbera 18 û 24ê îlonê yên ser 100 hezar kesî da li Stenbolê 238,33, li Enqereyê 394,70 û li Îzmirê jî 49,01 bi nexweşiyê ketin.

Hefteya borî (11 û 17ê Îlonê) di 100 hezar kesî da li Stenbolê 229,92 kes, li Enqereyê 343,08 kes, li Îzmirê jî 49,58 kes bi nexweşiyê ketibûn.

Koca diyar kir ku li gor heftaya borî nexweşî herî zêde li Zonguldak, Kirşehir, Duzce, Bursa, Bolu, Qers, Bartin, Kutahya, Kocaelî û Bilecikê zêde bû û ragihand ku welatiyên li wan bajaran divê zêdetir baldar bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE