Wezîr Koca: "Di 24 saetên dawîn de 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan"

"Di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 35 test hatin encamdan. 561 teşxîs hatin kirin. 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan"

Wezîr Koca: "Di 24 saetên dawîn de 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca ragihand ku ji ber cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) 15 kesên din canê xwe ji dest dane û hejmara nexweşên ku heta nuha mirine gihiştiye 59an.

Wezîr Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 35 test hatin encamdan. 561 teşxîs hatin kirin. 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan. Hejmara nexweşên me yên heta nuha mirine bû 59. Hejmara giştî ya pêketiyan 2 hezar û 433 ye. Ka em hewl bidin ku bi bê rîsk bijîn. Tişta ku me bi jiyanê ve bibeste tedbîr in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE