Wezîr Koca: "Ji bo kişandina cixareyê jî maskeya xwe venekin"

"Cixare dibe sedema gelek nexweşiyan. Kişandina wê ya derva dibe sedem ku vîrus hêsantir belav bibe, ji ber vê pirsgirêk e. Ji bo kişandina cixareyê jî maskeya xwe venekin."

Wezîr Koca: "Ji bo kişandina cixareyê jî maskeya xwe venekin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bal kişande zirara cixareyê ku ew dibe sedema gelek nexweşiyan û wiha got: "Ji bo kişandina cixareyê jî maskeya xwe venekin"

Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê behsa qedexeya kişandina cixareyê ya li ser kuçe û kolanan kir.

Koca wêneyekî hişyariyê dide û dibêje "Ji bo kişandina cixareyê jî maskeya xwe venekin" parve kir.

Wezîr Koca wiha got: "Di çarçoveya tevdîrên şewbê da li kuçe û kolanan kişandina cixareyê hat qedexekirin. Em bawer dikin hûnê guh bidin qedexeyê. Cixare dibe sedema gelek nexweşiyan. Kişandina wê ya derva dibe sedem ku vîrus hêsantir belav bibe, ji ber vê pirsgirêk e. Ji bo kişandina cixareyê jî maskeya xwe venekin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE