Wezîr Koca: "Maskeyê bi kar bînin û ji hevdu dûr bisekinin"

Ji Wezîr Koca hişyarî: "Maskeyê bi kar bînin û ji hevdu dûr bisekinin"

Wezîr Koca: "Maskeyê bi kar bînin û ji hevdu dûr bisekinin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca der barê şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got "Em şewbê bi bikaranîna maskeyê û jihevdudûrsekinînê va dikarin têk bibin. Ez spasiya wan kesan dikim ku bi nermî hişyariyê didin kesên guh nadin vê qaydeyê."

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê tevdîrên Kovid-19yê da peyam weşandin.

Wezîr Koca got gelek welatî guh didin tevdîran û wiha dewam kir: "Bi taybetî ciwan! Ji bo serkeftina bêveger li gor sînordarkirinên berê em bi hev ra guh bidin hin zehmetiyên biçûk û bi hev ra, bi aheng tevbigerin. Em şewbê bi bikaranîna maskeyê û jihevdudûrsekinînê va dikarin têk bibin. Ez spasiya wan kesan dikim ku bi nermî hişyariyê didin kesên guh nadin vê qaydeyê."

- "Dema hûn derdikevin seyahetê tevdîran li malê nehêlin"

Koca ji bilî peyama xwe ya ji bo ciwanan wiha jî got: "Havîn hat. Mezinên me jî di nav da ji me gelek kes diçin gund û bajarê xwe yan jî tetîlê. Ji serî û dawiya vê rêya dirêj ra hişyarî divê hebe. Dema em li wesayîtan sîwar dibin û peya dibin divê em bi mesafe bin û maskeyê bi kar bînin. Îhmal, îhmalên xirab mezintir dike. Dev ji tevdîrên heta niha me ditîn bernedin. Dema hûn derdikevin seyahetê tevdîran li malê nehêlin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE