Wezîr Koca: Me hetanî îro 10 hezar test kirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca li meclisê li ser rûdanên dawî daxuyanî da..

Wezîr Koca: Me hetanî îro 10 hezar test kirin

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got, "Me hetanî îro 10 hezar test kirin. Li gor me di rojên pêşiya me da hejmara testan ew ê zêde bibe. Em dixwazin werin wî halî ku di rojê da 10-15 hezar testan bikin."

Lijneya Giştî ya Meclisê di seroktiya Nîmetullah Erdogmuş da kom bû.

Erdogmuş di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa kronayê da ji parlamenteran xwet ku bira mesafeya di navbera xwe a mihefeze bikin.

Erdogmuş got ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ew ê der barê vîrusa koronayê da agahiyan bidde. Paşê Wezîr Koca dest bi axaftina xwe kir.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê xebatên ji bo tevdîrên vîrusa koronayê hildan da agahî dan û wiha axivî: "Li laboratuvarên referans li ser nimûneyên qirik û qewriyê yên nexweşên dişibin Kovîd-19ê dixebitin û li 16 bajarên me xizmet tê dayîn. Hejmara laboratuvarên me ew ê di demeke kin da li 25 bajaran derkeve 36an. Ji îro pê va 2 nexweşxaneyên zanîngehên weqfan jî dest pê kirin û hejmar derkete 18yan." 

Wezîr Koca bal kişand ku nexweşxnayên me di dema hewcedariyê da têra me dikin û wiha pê da çû: "Li nexweşxaneyên me 99 hezar û 797 odeyên me ji bo yek kesî ne, dema lazim bike dikarin ji bo îzolasyonê û nexweşiyên giran bi kar bînin. Nexweşxaneyên me yên bajaran tevkariyeke wiha dan. Em ji bo senaryoyên xirab ji hêlên fizîkî û teknolojîk va amade ne.

Koca li ser pêvajoya testan û testên hetanî nika hatin kirin da wiha got: "Me hetanî îro 10 hezar test kirin. Li gor me di rojên pêşiya me da hejmara testan ew ê zêde bibe. Em dixwazin werin wî halî ku di rojê da 10-15 hezar testan bikin. Di nav 2-3 rojên pêşiya me da kîtên tesbîtê yên bilez ew ê têkevin rewacê."AA

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2020, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE