Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Beşa yekem a vaksîna ku me peyman ji bo wê girêda tê çaverêkirin piştî 11ê berfanbarê bê Turkiyeyê .
Wezîr Koca piştî civîna ku li Komelgeha Bîlkentê ya Wezaretê bi rêya vîdeo konferansê li dar xist daxuyaniyeke nivîskî da.
Koca tekezî li wê yekê kir ku beşa yekem a vaksîna ku me peyman ji bo wê girêda tê çaverêkirin piştî 11ê berfanbarê bê Turkiyeyê û got, "Me ji bo temîna vaksîneke vîrusa înaktîf peyman girêda. Ji bo vaksîneke mRNA jî hevdîtinên me didomin."
"Xebatên vaksînlêdanê di 4 astan de bên ajotin"
Wezîr Koca anî ziman ku tê plankirin xebatên vaksînlêdanê di 4 astan de bên ajotin û ew asta wiha rêzandin:
"Di asta yekem de dê yên ku vaksîn li wan bên dan ev in; xebatkarên tendirustiyê, mezintir ji 65 salan, kêmandem, yên ku li parastinxaneyan dimînin û kesên li cihê qerebalix dijîn. Di asta Duyem de yên ku li sektorên karûbarên civakî de, di karên krîtîk de dixebitin, mezintir ji 50 salan û yên ku herî kêm nexweşiyeke wan a kronîk hebin. Di asta sêyem de kesên ji 50 salî bicûktir ku herî kêm nexweşiyeke wan a kronîk hebe, gihiştiyên ciwan, xebatkarên sektor û pîşeyan yên ku ne di nava herdu komên serî debin. Di asta çarem û dawîn de jî hemî takekesên ku ne di nava hersê komên serî de ne dê bên vaksînkirin."
"Dema vaksîn hatin, dê sereta ji aliyê labaratuarên Tendirustiya Gel û TÎTCKê ve bên kontrolkirin"
Wezîr Koca wiha pê de çû:
"Dema vaksînên îdxal hatin, dê sereta ji aliyê labaratuarên Tendirustiya Gel û TÎTCKê teftîşa wan bê kirin. Heke ji bo standardên welatê me guncaw hat dîtin, heye ku zûtir îzna bikaranînê bê dayin û di piştre dê bên cîbicîkirin. Heke pêşhat weke em çaverê dikin, bi erênî bidomin dê Tirkiye bibe yek ji wan welatên ku di serdema zû de dest bi xebata vaksînlêdanê kirin."