Wezîr Koca: "Tevdîrên xwe ji berê xurttir bigirin"

Wezîr Koca: "Tevdîrên xwe ji berê xurttir bigirin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li Kampusa Bîlkentê ya Wezaretê piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ya ku endamên Lijneya Zanistê bi vîdeo konferansê beşdar bûnê civîna çapemeniyê li dar xist.

Wezîr Koca got ku "Tevdîrên xwe ji berê xurttir bigirin, vîrusê ji kolanê neynin nexin mala xwe."

 "Di encama tevdîran da jimara waqieyên pozîtîf ên kesên îxtiyar da kêmbûneke berbiçav çêbû"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku "Tevdîrên qedexeya derketina derva ya ji bo ciwan û ji 65 salî mezintiran encam da, di jimara waqieyên pozîtîf ên îxtiyaran da kêmbûn çêbû.

Wezîr Koca diyar kir ku qedexeya derketina derva û tevdîrên hatin hildan tesîreke erênî kir û got ku "Beriya qedexeya derketina derva ya ji bo 65 salî jortiran ji sedî 35ê waqieyan ji 65 salî mezintir bûn. Piştî sînordarkirinê ev rêje daket ji sedî 18an."
 

"Jimara testên me bû 558 hezar û 413"

Wezîrê Tenduristiyê Koca eşkere kir ku bi 40 hezar û 270 testên ku îro encamên wan derketin va jimara testên me bi tevahî derket 558 hezar û 413an û got ku "Bi 4353 waqieyên ku îro lê zêde bûn jimara waqieyên me bi tevahî derket 78 hezar û 546an, 1542 nexweşên me baş bûn bi tevahî 8 hezar û 631 kes ji nexweşiyê baş bûn.

"Dê metelhişt nebe ku di rojên pêşiya me da plato çêbe"

Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir ku jimara testan zêde bû û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Di encama hejmara testên ku zêde bûn da zêdebûn dewam dike lêbelê leza zêdebûnê daket. Di rojên pêşiya me da plato bûn dê metelhişt nebe."

Der barê qedexeya derketina derva da daxuyanî

Wezîr Koca der barê qedexeya derketina derva da got ku "Di 23yê nîsanê da nehat rojevê, bawerim hefteya bê dibe ku bibe rojev."

"Di navbera jimara nexweşên razandî û nexweşên ji nexweşxaneyê hatin derxistin da denge çêbûye"

Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir ku dê jimar nexweşên baş bûn zêde bibe û got ku "Hejmara nexweşên me yên ku baş bûn demek nêz da dê derkeve ser 10 hezarî. Di navbera nexweşên razandî û yên ji nexweşxaneyê hatine derxistin da denge çêbûye."

Daxuyaniya Ercument Ovali

Wezîrê Tenduristiyê Koca li ser pirseke der barê xebata Ercument Ovali da got ku "Dermanê tê qalkirin dermanê bi patent a fîrmayeke dermanan a navneteweyî ye. Karê derman û aşiyê kareke hem milî hem jî stratejîk e. Ji ser çapemeniya civakî nayê kirin. Li dinyayê diyar e ka dê lêkolîn çawa bê kirin, li ser çapemeniya civakî bi hêviya mirovan nayê lîstin."

Wezîr Koca got li Tirkiyeyê xebatên ji bo dermanê bi ruhset ji bo şewbê bi feyde ye hene û ev got: "Em dizanin ku li Tirkiyeyê xebatên klînîk ên ji bo dermanê bi ruhset ê ku ji bo Kovîd-19ê bi feyde ye dest pê kiriye."

"Vatandaşlarımız tedbirlerden vazgeçmemeli, biraz daha sabır"
Sağlık Bakanı Koca, "Yeni dalgalanma olmaması için vatandaşlarımız tedbirlerden vazgeçmemeli, biraz daha sabır." dedi.

 "Welatiyên me divê dev ji tevdîran bernedin, piçek din sebir"

Wezîrê Tenduristiyê Koa got ku "Ji bo ku pêleke nû dernekeve divê welatiyên me dev ji tevdîran bernede, piçek din sebir."

 Bêpere dayîna maskeyan

Wezîrê Tenduristiyê Koca li ser pirsa der barê bi peretî firotina maskeyan da got ku "(Bêpere dayîna maskeyan) Kesên ku ji wan ra peyam nehatiye heke serî li dermanxaneyê bidin dîsa dikarin kod hildin, me vê pêk anî."

 Wezareta Tenduristiyê: "Îro ji ber vîrusa koronayê 126 kes mirin"

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku îro 126 kes ji ber vîrusa koronayê mirin, hejmara kesên ku mirin bi tevahî derket 1769an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE