Wezîr Koca:"Daketina rêjeya zaturreyê berdewam e" 

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1692 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 65 kesan canê xwe ji dest dan

Wezîr Koca:"Daketina rêjeya zaturreyê berdewam e" 

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1692 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 65 kesan canê xwe ji dest dan.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 114 hezar û 311 test hatin kirin, hejmara testan bi giştî gihişt 9 milyon û 496 hezar û 268an.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 114 hezar û 311 test hatin kirin, 1692 pêketî hatin tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn de 65 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1522.

Îro bi rehetbûna 1261 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 269 hezar û 696an.

Hejmara nexweşên aktîf 28 hezar û 967 û ya nexweşên rewşgiran bû 1522, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,7 e.

"Daketina rêjeya zaturreyê berdewam e" 

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, " Hejmara nexweşên me yên rewşgiran gihişt 1522an. Daketina rêjeya zaturreyê berdewam e. Bi pabendiya tedbîran em piştfiriya xebatkarên xwe yê tendirustiyê bikin. Emê pêkve serkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE