Wezîr Koca:Di tedbîrê de pêwistiya me bi yekîtiyê heye

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 53 hezar û 842 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 27 hezar û 308an.

Wezîr Koca:Di tedbîrê de pêwistiya me bi yekîtiyê heye

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1178 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 19 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 53 hezar û 842 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 27 hezar û 308an.

Di 24 saetên dawîn de 1178 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 236 hezar û 112an. 19 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 784an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1015 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 219 hezar û 506an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên nû, duh li gorî pêr 88, îro jî li gorî 95 zêde bû. Di 24 saetên dawîn de hejmara testên me 54 hezar, hejmara testan bi giştî jî 5 milyon derbas kir. Pêdivê em bibin rêgirê wê yekê ku rîska cejnê û tatîlê bibe sedema encamên nû. Di tedbîrê de pêwistiya me bi yekîtiyê heye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE