Wezîr Kurum derbarê xebatên tesbîta zirarê li Siirtê parvekirinek kir

Wezîr Kurum derbarê xebatên tesbîta zirarê li Siirtê parvekirinek kir

Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum derbarê xebatên tesbîta zirarê piştî erdheja Siirtê ya bi şîdeta 5ê, agahî dan.

Wezîr Kurum di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê destnîşan kir ku piştî erdheja li Siirtê, ekîb di serî de li navenda navçeya Kurtalanê û gundên wê, xebatên tesbîta zirarê dimeşînin.

Kurum anî ziman ku li gorî encamên xebatên berahî avahiyên ku zirar gihiştibin wan tune ne, hatiye tesbîtkirin ku li gundê Karabagê dîwarê 3 avahiyan ketiye û wiha pê de çû:

"Ekîbên dê sibe xebatên xwe yên tesbîta zirarê bidomînin. Welatiyên me yên ku erdhejê bandor li wan kir ji wan re derbasî be. Xweda welatê me ji hemî bobelatan biparêze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE