Wezîr Muş ragihand ku li Bendergeha Mêrsînê 463 kîlo kokaîn hat bidestxistin

"Ez ekîbên me yên Mihafezeya Gumrikê pîroz dikim ku wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anî. Em ê tu wextî pêşiya bazirganên jehrê venekin."

Wezîr Muş ragihand ku li Bendergeha Mêrsînê 463 kîlo kokaîn hat bidestxistin

Mehmet Muşê Wezîrê Bazirganiyê daxuyand ku ekîbên Mihafezeya Gumrikê li Bendergeha Mêrsînê 463 kîlo kokaîn bi dest xist.

Muş li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, îşev li Bendergeha Mêrsînê ekîbên Mihafezeya Gumrikê yên girêdayî wezaretê di encama xebatên baldar da 463 kîlo kokaîn bi dest xistin û wiha dewam kir, "Ez ekîbên me yên Mihafezeya Gumrikê pîroz dikim ku wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anî. Em ê tu wextî pêşiya bazirganên jehrê venekin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE