Wezîr Mustafa Varank du gundên ku neyartî di navbera wan da heye li hev anîn

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank li Çaldirana navçeya Wanê du gundên ku neyartî di navbera wan da heye li hev anîn

Wezîr Mustafa Varank du gundên ku neyartî di navbera wan da heye li hev anîn

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank li Çaldirana navçeya Wanê du gundên ku neyartî di navbera wan da heye li hev anîn.

Wezîr Varank piştî kutabûna bernameyên xwe yên li bajêr, ji bo lihevanîna herdu gundên li ser sînorê ÎranêOsmanli û Sariçîmenê ku par şer kirin û di şer da kesek mir, derbasî navçeya Çaldiranê bû.

Wezîr Varank destê eşîra Bazîdî ya li gundê Sariçîmenê û eşîra Îskî ya li gundê Osmanli da hev, dawî li neyartiya di navbera wan da anî û ew li hev anîn.

Endamên eşîretan ku li meydana gund destê xwe dan hev, di mala şînê da bi merasima ku Wezîr Varank jî beşdar bû, sond xwarin û li hev hatin.

Varank di bernameya lihevhatinê ya li gundê Osmanli da ligel rîspiyên herdu eşîran hat cem hev û kêfxweşiya xwe ya ji ber lihevhatinê anî ziman.

Wezîr Varank herwiha diyar kir ku ew ligel xelkê biqîmet ê gundê Osmanli û Sariçîmenê bi wesîleya aştiyê hatin cem hev ku ev yek ciyê kêfxweşiyeke mezin e û wiha dewam kir, "We li vê derê ya ku dijwar e pêk anî, hûn ji bi sulhê hatin cem hev. Hûn ê ji bo ku siberojeke geş û bi xêr ji zarokên xwe ra bihêlin, hûn soz bidin. Nifşên pey we jî dê li van gundan di nava aştiyê da bijîn."

Wezîr Varank herwisa got ku ev karê ku herdu eşîran kir, karekî pir qenc e û ji ber ku wî jî şahidiya vê bûyerê kir, ew serbilind e û wiha dewam kir, "Wekî dewleta Komara Tirkiyeyê em timî li kêleka welatiyên xwe ne. Me hemû derfet seferber kirine da ku şert û mercên jiyana însanên me baş û qenc bibin."

Varank ji bo piştgirî û xweşbîniya wan, sipasiya Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîkmez, Qaymeqamê Çaldiranê Tekîn Dundar, rîspî û hêzên ewlekariyê kir û herwiha piştî xwarinê lihevhatinê, derbasî gundê Sariçîmenê jî bû û li vê derê bi gundiyan ra rûnişt û çaya wan vexwar.

Parlamenterên AK Partiyê Osman Nurî Gulaçar, Îrfan Kartal, Abdullahat Arvas, Şaredarê Tuşbayê Fevzî Ozgokçe û Qaymeqamê Çaldiranê Tekîn Dundar jî hevaltiya Wezîr Varank kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE