Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu îstîfa kir

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Ji wezîfeya xwe ya Wezareta Karên Navxweyî ya ku min bi şanazî birêve dibir, îstîfa dikim."

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu îstîfa kir

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand, "Ji wezîfeya xwe ya Wezareta Karên Navxweyî ya ku min bi şanazî birêve dibir, îstîfa dikim."

Soylu got, "Di pêvajoya ku bi hesasî hat ajotin de, berpirsyariya ragihandina qedexeya derketina derve aidî şexsê min e."

Daxuyaniya Soylu;

Di pêvajoyek bi xîret û hesasiyetê dihat meşandin de berpirsiyariya derbarê qedexeya derketina derve ya li dawiya hefteyê ku ji bo pêşî lêgirtina şewbê bû bi her alî ve aîdê şexsê min e.

Dîmenên ku di serî de derketin holê ji bo demek kurt be jî kêrî pêvajoya ku bi awayek herî baş dihat meşandin nehat.

divê bi dehan tecrûbeyên min jîn rê nedaya vê bûyera ku berpirsiyariya wê li ser me ye.

bi niyetek baş ji bo pêşî lêgirtina şewbê gavek bû hat avêtin.

miletê me yê ezîz ku tu carî min nexwestiye zirarê bidimê, Serokomarê min ê birêz ku heta dawiya jiyana xwe ezê jê re sadiq bim bila min efû bikin.

 Ji wezîfeya xwe ya Wezareta Karên Navxweyî ya ku min bi şanazî birêve dibir, îstîfa dikim.

Ez hemû dost û hevalên xwe yên mesaiyê emanetê Xwedê dikim

Xwedê miletê me biparêze.

Bi rêzdarî

Süleyman Soylu

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE